Kongreya Star li dijî komîteya destûrê konê çalakiya nobetê veda 2019-10-01 14:28:25   QAMIŞLO - Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina nevexwendina Rêveberiya Xweser ji destûra Sûriyeyê re konê çalakiya nobetê ya bi dirûşmeya "Destûra ku em têde beşdar nebin, em qebûl nakin"  li pêşiya deriye Netewên yekbûyî li dar xistin.   Di 23'ê meha îlonê de  sekreterê giştî yê netewên yekbûyî  ragihand  ku divê destûreke nû  ji bo Sûriyeyê were çêkirin. Rêveberiya Xweser di nava destûrê Sûriyê  de ne hatiye vexwendin. Bi armanca şermezarkirina nevexwendina Rêveberiya Xweser ji destûrê Sûriyê  re, Kongreya Star ya bajarê Qamişloyê konê çalakiya nobetê li ber deriyê Netewên Yekbûyî  veda.   Di nava konê çalakiyê de bi dehan jinên sazî û rêxistinên jin beşdar bûn. Konê çalakiyan bi wêneyên pakrewanan, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa " Destûra me hevpeymana civakî ye ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin " û "Em hevpeymana Lozana nû napejirînin" hatibû xemilandin. Vekirina konê çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star ya Qamişloyê Şemsîxan Gulo  axaftin kir û wiha got: "Di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de  em xwedî roleke girîng in.  Destûrê ku were çêkirin jî em encamên wê  nagirin. Ji bêyî hevpeymana Rêveberiya Xweser  em napejirînin. Daxwaza me ji gelê me ku îrade û dengê xwe bikin yek û van helwestan qebûl nekin. Li ser axa me bi hezaran şehîd xwîna xwe rijandin û dikaribûn rûmeta gelê xwe biparêzin,  em ê jî wek civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê nêrîna me yek be  û destûrê em têde nebin em qebûl nakin."   Konê çalakiyê  didome.