Kermesa jinan hat astengkirin
- 14:15 1 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Rêxistina jinan a HDP'ê ya Peyasa Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li dijî jinê kermes organîze kiribû, lê kermesa ku wê bihata lidarxistin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat astengkirin.
Rêxistina Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasa Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li jinan kermes organîze kir lê kermesa ku hat organîzekirin li gel destûra Maseya Komeleyan û ya qeymeqamtiyê ku di serî de destûr da, ji aliyê emniyetê ve bi inceta 'Qedexeya çalakiyan a bi biryara qeymeqamtiyê heye' hat astengkirin. Parêzer ji bo destûrê careke din çûn qeymeqamtiyê.
Hevşaredara Peyasê Kesban Yilmaz jî di nav de gelek jinên ku kermes organîze kirin kermesa xwe ranekirin û li benda hevdîtina parêzeran a bi qeymeqam re ne.