Kermesa jinan hat astengkirin 2019-10-01 14:15:27   AMED - Rêxistina jinan a HDP'ê ya Peyasa Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li dijî jinê kermes organîze kiribû, lê kermesa ku wê bihata lidarxistin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat astengkirin.    Rêxistina Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasa Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li jinan kermes organîze kir lê kermesa ku hat organîzekirin li gel destûra Maseya Komeleyan û ya qeymeqamtiyê ku di serî de destûr da, ji aliyê emniyetê ve bi inceta 'Qedexeya çalakiyan a bi biryara qeymeqamtiyê heye' hat astengkirin. Parêzer ji bo destûrê careke din çûn qeymeqamtiyê.     Hevşaredara Peyasê Kesban Yilmaz jî di nav de gelek jinên ku kermes organîze kirin kermesa xwe ranekirin û li benda hevdîtina parêzeran a bi qeymeqam re ne.