Nobeta Demokrasiyê ya Wanê di roja 44'an de ye

  • 14:07 1 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 44'an de bi çalakiya rûniştinê dewam kir. 
 
Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hat despêkirin di roja 44'an de bi çalakiya rûniştinê dewam kir. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Musa Farisogullari, Muazzez Orhan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê pêk hat, bûn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Hevserokatî ji bo me xeta mor e" hat berzkirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî.
 
Murat got:"Em bang dikin ku hemû kes ji bo demokrasî, aştî û azadê li gel HDP'ê bin."
 
Girseyê piştî axaftinê dirûşma "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" berz kir û bi stran, çepik û tilîliyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.