Nobeta Demokrasiyê ya Wanê di roja 44'an de ye 2019-10-01 14:07:13   WAN - Nobeta Demokrasiyê ya Wanê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 44'an de bi çalakiya rûniştinê dewam kir.    Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hat despêkirin di roja 44'an de bi çalakiya rûniştinê dewam kir. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Musa Farisogullari, Muazzez Orhan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê ya li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê pêk hat, bûn. Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Hevserokatî ji bo me xeta mor e" hat berzkirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî.   Murat got:"Em bang dikin ku hemû kes ji bo demokrasî, aştî û azadê li gel HDP'ê bin."   Girseyê piştî axaftinê dirûşma "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" berz kir û bi stran, çepik û tilîliyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.