Hevdîtinên Şandeya Jinan a Rojava li Hewlêrê didome
- 15:08 26 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêrê çû serdana jinên Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û di serdanê de hat diyar kirin ji bo 3'yemîn Konferansa Jinên Kurdistanê amedekariyan dikin.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Herêma Federal a Kurdistanê de li Hewlêrê çû ziyareta jinên ku di nav Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê de cih digirin.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah, Aktîvîsta Civaka Sivîl Estêre Qasim, Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metîn, Hevseroka Meclîsa Xwerêveberiya Herêma Efrînê Şêraz Hemo û Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk tê.
'Pêwistiya jinan bi yekîtiyê heye'
Şandeyê armanca serdana xwe ji jinên di nava Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê de vegot û diyar kir ku ji bo 3'yemîn Konferansa Jinên Kurdistanê amadekariyan dikin, gotin ku wê li ser biryarên konferansa li Amed û Hewlêrê pêk hatin berdewam bin.
Endama Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Nîştiman Kemal jî wiha axivî: "Bi hemû awayî em ê ji bo lidarxistina konferansa jinan alîkar bîn. Ji hemû demê zêdetir pêwîstiya jinan bi yekîtiyê heye."