Hevdîtinên Şandeya Jinan a Rojava li Hewlêrê didome 2019-09-26 15:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêrê çû serdana jinên Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û di serdanê de hat diyar kirin ji bo 3'yemîn Konferansa Jinên Kurdistanê amedekariyan dikin.   Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Herêma Federal a Kurdistanê de li Hewlêrê çû ziyareta jinên ku di nav Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê de cih digirin.    Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji endama Koordînasyona Kongreya Starê Asya Abdullah, Aktîvîsta Civaka Sivîl Estêre Qasim, Seroka Pêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metîn, Hevseroka  Meclîsa Xwerêveberiya Herêma Efrînê Şêraz Hemo û Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan  Xelîl pêk tê.   'Pêwistiya jinan bi yekîtiyê heye'   Şandeyê armanca serdana xwe ji jinên di nava Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê de vegot û diyar kir ku ji bo 3'yemîn Konferansa Jinên Kurdistanê amadekariyan dikin, gotin ku wê li ser biryarên konferansa li Amed û Hewlêrê pêk hatin berdewam bin.   Endama Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Nîştiman Kemal jî wiha axivî: "Bi hemû awayî em ê ji bo lidarxistina konferansa jinan alîkar bîn. Ji hemû demê zêdetir pêwîstiya jinan bi yekîtiyê heye."