Şandeya Jinan a Rojava çû serdana jinên Tevgera Goran
- 08:36 26 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Bakur-Rojhilatê Suriye di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan de li Silêmanî çûn serdana jinên Tevgera Goran.
Şandeya jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel rêxistin û saziyên jinan ên Herêma Federal a Kurdistanê de didomînin. Şande li Silêmaniyeyê çû serdana jinên Tevgera Goran. Piştî serlêdanê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku tevayî armancên netewî yên her çar parçên Kurdistanê yeke.
Piştî civîna li gel jinên di nava Tevgera Goran de Endama Koordînasyona Kongra Star Asya Abdullah û Endama Cıvata Nîştimanî ya Tevgera Goran Çîmen Mihemed têkildarî civînê ji çapemeniyê re axivîn.
'Amedekariya konferansa 3'yemîn bidin destpêkirin'
Despêkê Asya Abdullah axivî û got: “Wek şanda jinan a Bakur-Rojhilatê Suriye armanca serdana me ew e ku em behsa xebatên netewî di çarçoveya konferansa jinan ya ku li Amed û Hewlêrê hatibû lidarxistin û ji ber hinek sedeman hatibû sekinandin, em dixwazin carek din em van xebatan bidin despêkirin. Ji bona vê yekê jî em ê li gel tevayî jinên di nava aliyên siyasî de hevdîtinan bikin.”Asya Abdullah da zanîn ku ew dixwazin amadekariyên konferansa sêyemîn bidin destpêkirin û xebata hevbeş bihêztir bikin. Her wiha anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne wê giftûgoyên wana bi erênî derbas bibin.
'Ji bo her çar parçeyan xebat'
Piştre Endama Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Çîmen Mihemed jî axivî û da zanîn ku armancên netewî yên her çar parçên Kurdistanê yeke û ji bona wê ew ê wek Goran bibin alîkar. Her wiha Mihemed keyfxweşiya xwe ji bo serdana şandeyê jî anî ziman.
Serlêdanên saziyan dê bidomîn
Di nava Şandeya jinan a Bakur-Rojhilatê Suriye de Endama Koordînasyona Kongra Star Asya Abdullah, Çalakvana Sivîl Estêre Qasim, Seroka Şepola Pêşeroja Kurdistan Narîn Metîn û Hevseroka Meclîsa Xwerêveberiya Herêma Efrînê Şîraz Hemo cih digrin. Tê payîn ku şande bi qasî hefteyek li Başûrê Kurdistanê bimîne û li gel rêxistin û tevayî jinên di nava partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê bicive.
Şandê dê îro jî biçin serdana jinê Hizba Zehmetkêşên Kurdistan, Jinên Komel û Yekgirtû.