Komcivîna Jîneolojiyê bi nirxandin û nîqaşan berdewam dike
- 16:23 25 Îlon 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Bi dirûşma "Ji bo li dijî derketina zayendparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî" Komcivîna Jîneolojiyê li Kantona Kobanê dest pê kir û bi beşa zayendparêziya civakî û zewaca zarokan hat şîrovekirin.
Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Kobanê yekem car li Kantona Kobanê mijarên zayendparêziya civakî, tundiya li ser jinan, zewaca zarokan û ji bo rê û rêbazên çareseriyê em dibêjin Jineolojî komcivînek li dar xist. Di komcivînê de nêzî 100 kes ji partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, Endamên Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û kesên serbixwe beşdarî komcivînê bûn. Komcivîn li li Eywana Furat a Kobanê tê lidarxistin.
Komcivîn niha bi beşên zayendparêziya civakî û zewaca zarokan tê nirxandin û niqaşkirin. Beşa zayendpareziya civakî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mîzgîn Xelîl, beşa zewaca zarokan jî ji aliyê Rêveberiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer ve tên xwendin. Piştî xwendinê nêrînên beşdarvanan hatin girtin.
'Divê ji pirsgirêkên jinan re çareserî were dîtin'
Endama Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Girê Sipî Peyman Aydin nêrîna xwe di nava komcivînê de anî ziman û wiha got: "Zayendperstî derbeya herî mezin li vîna jinan xistiye. Ji xwe derbeya destpêkê jî li çanda jinên civaka xwezeyî bû, dema ku jin ji mafê xwe yê pêşengtiyê hat dûrxistin û bi zîhniyeta desthilatdariyê re rû bi rû ma. Ger em îro qala jin wekî zayend bikin, em dikarin bêjin tenê jin wekî amûrê firotinê dihat bikaranîn û ji bo civakê zarokan çêbike lê dihat mêze kirin. Ev hemû xalên girîng in divê li ser wan were sekinandin û çareseriyeke mayinde jê re were dîtin."
'Jin avakerên civakê ne û afrînerên aramiyê ne'
Endama komîteya Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî qala mijara xebatê jin di nava civakê de dike û wiha dibêjê: "Kar û xebatên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê meşandin tevahî jin pê radibin . Zîhniyet û dijminatiya li ser jinan hatiye ferzkirin, me jinan parçe kiriye. Jin îro avakerên civakê ne û ji bo ked û vîna xwe têkoşînê didin. Em dikarin bêjin encex jin aramiya civakan bi xwe re bînê û ji hovîtiya civakê re bibe bersiv."
'Di civakê de zîhniyet pêş neketiye û divê were guhertin'
Rêveberiya Mala Jin ya Kobanê Siltanê Hemdî di derbarê mijara zewaca zarokan de ya ku di hundirê komcivînê de hatiye nîqaşkirin wiha nêrîna xwe anî ziman: "Zewaca zarokan ji ber sedemên şer, koçberî, tecawizkirin zêde bûye.Helbet ev ne hêncetên bingehîn in ku zarok bên zewicandin. Di civakê de zîhniyet pêş neketiye û divê bi rêbazên demokratîk bên guhertin. Divê mejiyê mirovan bi tiştên baş bifikire, da ku azadiya tevahî jinan mayinde bibe."
Komcivîn bi nîqaşan didome.