'Jîneolojî wê zihniyeta baviksalariyê biguhere' (3)
- 09:12 25 Îlon 2019
- Rojane
'Bi rêya Jîneolojiyê wê pirsgirêka zayendeperestiyê ji nava civakê rabe'
Dilûcan bozî - Xezne Celal
KOBANÊ - Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl li ser mijara zayendperestiyê nirxandin kir û got: "Dema civak li ser hişmendiya Jîneolojiyê were perwerdekirin, wê pirsgirêka zayendeperestî ji nava civakê rabe,ev pirsgirêk wê bi wekheviya di navbera herdu zayendan de çareser bibe."
Komcivîna Komîteya Jineolojîyê wê di 25'ê Îlonê de bi dirûşma "Ji bo li dijî derketina zayedparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî" li Kobanê dê were lidarxistin. Endama Koordinasyona Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl derbarê mijara zayendperestîya civakê de nirxandin kir û bersiva pirsên me da.
Zayendperestî çi ye?
Di civaka xwezayî de zayendperestî û desthilatdarî tune bûn. Zayendperestî bingiha xwe ji avakirina dewletê girtiye. Zayendperestî ew aqilê civaka mêrê serdest e û rêbazekên desthiladariyê li ser zayenda jin tê meşandin. Zayend bi xwe hebûneke biyolojîk e û zindî ye, bi aqilê dewletê zayend ji hev hatine parçekirin û desthiladarî tenê li ser zayenda jinê tê meşandin. Zayendperestî bi xwe re olperestî, serdestî û bindestiyê tîne û di roja me ya îro de bi sedema zîhniyeta baviksalarî li ser hemû zindiyên gerdûnê tên meşandin. Zayendperestî, pergala mêrê serdest gihandiye asta herî bilind û bi xwe re tunekirina jinê û jiyanê tîne."
Çima we pêwîstî dît ku mijara zayendperestî di komcivînê de bê nîqaşkirin?
Pirsgirêkên herî giran ku di nava civakê de tên jiyîn, pirsgirêka zayendperestiyê ye û ji bo vê mijarê çareseriyên baş nehatine pêşxistin, ji bo wê jî me pêwîstî dît ku di komcivînê de bê nîqaşkirin û jin bi zimanê xwe bi lêv bike. Di komcivînê de em ê hewl bidin ku kesên beşdarvan di nava civatê de amede ne, hemû li ser van mijaran bibin xwedî nêrîn û di nava jiyana civakê de berçav were girtin. Divê nîqaşê me bingiha çareseriyê bi xwe re bîne, ji ber ev pirsgirêkê di her malbatekê de tên dîtin û divê em hişmendiya wê bidin guhertin."
Li gorî nêrîna we, wê pisgirêka zayendperestî di nava civakê de çawa were çareserkirin?
Bê guman pirsgirêka zayendperetiyê demdirêj e. Ji bo gavên yekem ên çareseriya vê pirsgirêkê, beriya her tiştî pêwîst e ku civak di hemû aliyan de were perwerdekirin. Bi taybet dersên civaka demokratîk û hevjiyana azad li ser hişmendiya Jîneolojiyê werin dayîn. Pêwîst e filîmên kartonên yên ku ji zarokan re di televizyonan de tên pêşkêşkirin, li ser ehlaqên baş ên civakê bin, da ku ev zarok li ser bingiheke ehlaqî û fikirekî azad mezin bibin û aqilê hişmendiya civaka desthilatdar negirin. Dema ku civak li ser hişmendiya Jîneolojiyê were perwerdekirin wê pirsgirêka zayendeperestiyê ji nava civakê rabe. Ev pirsgirêk wê bi wekeheviya di navbera herdu zayendan de çareser bibe."