'Jîneolojî wê zihniyeta baviksalariyê biguhere' (3) 2019-09-25 09:12:15   'Bi rêya Jîneolojiyê wê pirsgirêka zayendeperestiyê ji nava civakê rabe'     Dilûcan bozî - Xezne Celal   KOBANÊ - Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl  li ser mijara zayendperestiyê nirxandin kir  û got: "Dema civak li ser hişmendiya Jîneolojiyê were perwerdekirin, wê pirsgirêka zayendeperestî  ji nava civakê rabe,ev pirsgirêk wê bi wekheviya di navbera herdu zayendan de çareser bibe."    Komcivîna Komîteya Jineolojîyê wê di 25'ê Îlonê de bi dirûşma "Ji bo li dijî derketina zayedparêziya civakî, em dibêjin Jîneolojî" li Kobanê  dê were lidarxistin. Endama Koordinasyona Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl derbarê mijara zayendperestîya civakê de  nirxandin kir û bersiva pirsên me da.   Zayendperestî çi ye?   Di civaka xwezayî de zayendperestî û desthilatdarî tune bûn. Zayendperestî  bingiha  xwe ji avakirina  dewletê girtiye. Zayendperestî ew aqilê civaka mêrê serdest e û rêbazekên  desthiladariyê li ser zayenda jin tê meşandin.  Zayend bi xwe hebûneke biyolojîk e û  zindî ye, bi aqilê dewletê zayend ji hev hatine parçekirin û desthiladarî  tenê li ser zayenda jinê tê meşandin. Zayendperestî bi xwe re olperestî, serdestî û bindestiyê tîne û di roja me ya îro de bi  sedema zîhniyeta baviksalarî  li ser hemû zindiyên gerdûnê tên meşandin. Zayendperestî, pergala  mêrê serdest gihandiye asta herî bilind û bi xwe re tunekirina jinê û jiyanê tîne."   Çima we pêwîstî dît  ku mijara zayendperestî di komcivînê de  bê nîqaşkirin?   Pirsgirêkên  herî giran ku di nava civakê de tên jiyîn, pirsgirêka zayendperestiyê ye û  ji bo vê mijarê çareseriyên baş nehatine pêşxistin, ji bo wê jî me pêwîstî dît ku di komcivînê de bê nîqaşkirin û jin bi zimanê xwe bi lêv bike. Di komcivînê de em ê hewl bidin ku kesên  beşdarvan di nava civatê de amede ne, hemû li ser van mijaran bibin xwedî nêrîn û di nava jiyana civakê de berçav were girtin. Divê nîqaşê me bingiha çareseriyê bi xwe re bîne, ji ber ev pirsgirêkê  di her malbatekê de tên dîtin û divê em hişmendiya  wê  bidin  guhertin."   Li gorî nêrîna we, wê pisgirêka zayendperestî di nava civakê  de çawa were çareserkirin?   Bê guman pirsgirêka zayendperetiyê  demdirêj e.  Ji bo  gavên yekem ên çareseriya vê pirsgirêkê, beriya her tiştî pêwîst e ku civak di hemû aliyan de were perwerdekirin. Bi taybet  dersên civaka demokratîk û hevjiyana azad li ser hişmendiya Jîneolojiyê werin dayîn. Pêwîst e filîmên  kartonên yên ku ji zarokan re di televizyonan de tên pêşkêşkirin, li ser ehlaqên baş ên civakê bin, da ku ev zarok li ser bingiheke ehlaqî û fikirekî azad mezin bibin û aqilê hişmendiya civaka desthilatdar negirin. Dema ku civak li ser hişmendiya Jîneolojiyê were perwerdekirin wê pirsgirêka zayendeperestiyê  ji nava civakê rabe. Ev pirsgirêk wê bi wekeheviya di navbera herdu zayendan de çareser bibe."