Li Wanê TJA'yê lez da xebatên kampanyayê

  • 08:33 25 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Di çarçovaya kampanyaya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” li taxa Seyrantepeyê bi jinan re civîn hat lidarxistin. 
 
Tevgera Jinên Azadiyê (TJA) bi dirûşma“ Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kampanyaya 6 mehan dabû destpêkirin. Kampanyaya TJA'yê di meha xwe ya duyemîn de bi dirûşma“ Ji bo aşitiyeke bi rûmet” lez dan xebatên xwe. Li Wanê bi tevlîbûna aktivîstên TJA'yê û parlrmentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan li Taxa Seyrantepeyê jin ziyaret kirin. 
 
Ji aliyê TJA'yiyan ve pêşniyar û nirxandinên jinan hatin guhdarîkirin.