Li Wanê TJA'yê lez da xebatên kampanyayê 2019-09-25 08:33:32   WAN - Di çarçovaya kampanyaya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” li taxa Seyrantepeyê bi jinan re civîn hat lidarxistin.    Tevgera Jinên Azadiyê (TJA) bi dirûşma“ Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kampanyaya 6 mehan dabû destpêkirin. Kampanyaya TJA'yê di meha xwe ya duyemîn de bi dirûşma“ Ji bo aşitiyeke bi rûmet” lez dan xebatên xwe. Li Wanê bi tevlîbûna aktivîstên TJA'yê û parlrmentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan li Taxa Seyrantepeyê jin ziyaret kirin.    Ji aliyê TJA'yiyan ve pêşniyar û nirxandinên jinan hatin guhdarîkirin.