Jinên Xemilandî li Wanê bîsîklet ajotin
- 15:24 22 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Koma Jinên Xemilandî di çarçoveya Roja Bajarên bê Otomobîl, ji bo ku zêdetir bîsîklet bên bikaranîn û balê bikişînin ser bikaranîna wan tûra bîsîkletê li dar xistin.
Koma Jinên Xemilandî di çarçoveya Roja Bajarên bê Otomobîl, ji bo ku zêdetir bîsîklet bên bikaranîn û balê bikişînin ser bikaranîna wan tûra bîsîkletê li dar xistin. Jinên ajovanên bîsîkletan li parka Aştiyê ya Musa Anter hatin gel hev û li pêşiya bisîkletên xwe dowîza, "Bi benzînê naçe bi xeyalan diçe" daliqandin. Jinên ku ji Parka Aştiyê ya Musa Anter heta Keleha Wanê 6 kîlometreya pîsîklet ajotin dirûşmên, "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinên ku bîsîklet ajotin ji aliyê şêniyên wanê bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.