Jinên Xemilandî li Wanê bîsîklet ajotin 2019-09-22 15:24:18   WAN - Koma Jinên Xemilandî di çarçoveya  Roja Bajarên bê Otomobîl, ji bo ku zêdetir bîsîklet bên bikaranîn û balê bikişînin ser bikaranîna wan tûra bîsîkletê li dar xistin.    Koma Jinên Xemilandî di çarçoveya  Roja Bajarên bê Otomobîl, ji bo ku zêdetir bîsîklet bên bikaranîn û balê bikişînin ser bikaranîna wan tûra bîsîkletê li dar xistin. Jinên ajovanên bîsîkletan li parka  Aştiyê ya Musa Anter hatin gel hev û li pêşiya bisîkletên xwe dowîza, "Bi benzînê naçe bi xeyalan diçe" daliqandin. Jinên ku ji Parka Aştiyê ya Musa Anter heta Keleha Wanê 6 kîlometreya pîsîklet ajotin dirûşmên, "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinên ku bîsîklet ajotin ji aliyê şêniyên wanê bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.