Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 33'yan de berdewam kir
- 15:22 20 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja xwe ya 33'yemîn de berdewam kir. parlementer Dersîm Dag di çalakiyê de axivî û got; “Heta ku em şaredariyên xwe paşve bigirin wê têkoşîna me berdewam bike.”
Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan ku li dijî tayinkirina qeyûman hat destpêkirin di roja xwe ya 33'emîn de li ser kolana Lîseyê ya li hemberî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam kir.Girseyê dibin dorpêça polsîan, toma, maşîneyên polîsan de û li hember gefên polîsan bi berzkirina diruşman û stranan sekna xwe da nîşakirin û çalakiya xwe berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn Musa Anter di salvegera ji destdayîna jiyana xwe de hat bîranîn
‘Qeyum 37 komeleyên jinan girtin’
Parlementera Amedê Dersîm Dag di daxuyaniyê de axivî û got;"Di roja 33'emîn ya berxwedana xwe de em bangî we dikin. Beriya vê jî qeyûm tayînî şaredariyan hatibûn kirin, ez dixwazim bahsa çend 'xizmetên' kirine bikim. Qeyumê 37 komeleyên jinan girtin, naveroka navendên çand û hunerê yên ciwanan hatin guherandin û girtin. Herwiha Navenda Çand û hunerê ya Cigerxwîn dwerî saziya dewletê (Halk Egitîm) hat kirin. Gelek cih û komeleyên jinê jî bi heman awayî dewrî alîgirên AKP’ê hatin kirin. Kesên ku zimanê kurdî weke waneyek bijarte li dibistanan kirin nav pergala perwerdeyê û dibêjin em bi zimanê dayîkê perwerdeyê didin, heman kesin ku cihê perwerdeya zimanê kurdî girtin e. Bi van re qeyûm avêtin ser Îrade, werzîş, çand û hunera kurdan. Yên ku ji navê Amed Sîpor aciz bûn daxwaz kirin ku navê wê biguherînin, dema ku Amed Sîpor ev qebûl nekirin di warê aborî de tengav kirin.”
Dersim bi diruşma “Amed Ya Me ye”, “Pasur Ya Me ye”, re dawî li axaftina xwe anî. Piştî daxuyaniya çapemeniyê gel 10 deqeyan çalekiya roniştinê pêk anî û piştre girseyê çalakiya xwe bi dawî kir..