Ji bo hemleya Kongreya Star belovok hatin belavkirin
- 13:30 18 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star û asta pêşketina wê de Endamên Mecilisa navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê belavok li jinan belav kir.
Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star di 8'ê Tîrmehê bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAİŞ'ê têk bibe" jinan dest bi hemleyê kirin. Di nava rêzeçalakiyên vê hemleyê de, li navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê ji bo danasîna hemleya Kongreya Star û asta pêşketina wê belavok ji jinên navçeyê hatin belav kirin.
Belavok ji aliyê Endamên Mecilisa navçeya Tenûriyê ve hatin belavkirin. Heta niha zêdetirî 500 belavok li seranserî navçeyê û gundewarên wê hatine belavkirin.
Tê payin ku wê hemleya Kongreya Star heta 6 mehan bidome.