Ji bo hemleya Kongreya Star belovok hatin belavkirin 2019-09-18 13:30:18   QAMIŞLO - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star û asta pêşketina wê  de Endamên Mecilisa navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê belavok  li jinan belav kir.   Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star di 8'ê Tîrmehê bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAİŞ'ê têk bibe" jinan dest bi hemleyê kirin. Di nava rêzeçalakiyên vê hemleyê  de, li navçeya Tenûriyê ya Bajarê Qamişloyê ji bo danasîna hemleya Kongreya Star û asta pêşketina wê  belavok  ji jinên navçeyê hatin belav kirin.   Belavok ji aliyê Endamên Mecilisa navçeya Tenûriyê ve hatin belavkirin. Heta niha zêdetirî  500 belavok li seranserî navçeyê û gundewarên wê hatine belavkirin.     Tê payin ku wê hemleya Kongreya Star heta 6 mehan bidome.