Şaredariya Silopiyê dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan aşkera kir
- 12:00 17 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan ji gel re eşkera kir.
Şaredariya Silopiya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan ji gel re eşkera kir. Dahat û lêçûnên şaredariyê li pankartê hat nivîsandin û li avahiya şaredariyê hat daliqandin.
Dahata Şaredariya Silopiyayê ya meha tîrmeh û tebaxê ya îsal 15 mîlyon,120 hezar û 090 TL ye. Lêçûnên meha tîrmeh û tebaxê jî 13 mîlyon, 384 hezar û 160 TL ye.
Hevşaredarên Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk bi heman rêbazê dahat û lêçûnên meha nîsan, gulan û hezîranê aşkera kiribû.