Şaredariya Silopiyê dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan aşkera kir 2019-09-17 12:00:29   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan ji gel re eşkera kir.   Şaredariya Silopiya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dahat û lêçûnên xwe yên 2 mehan ji gel re eşkera kir. Dahat û lêçûnên şaredariyê li pankartê hat nivîsandin û li avahiya şaredariyê hat daliqandin.    Dahata Şaredariya Silopiyayê ya meha tîrmeh û tebaxê ya îsal 15 mîlyon,120 hezar û 090 TL ye. Lêçûnên meha tîrmeh û tebaxê jî 13 mîlyon, 384 hezar û 160 TL ye.     Hevşaredarên Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk bi heman rêbazê dahat û lêçûnên meha nîsan, gulan û hezîranê aşkera kiribû.