Li Mêrdînê çalakiya qeyûm di roja 29'an de ye

  • 14:36 16 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalakiya qeyûm di roja 29'emîn de berdewam dike. 
 
Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûm di roja 29'emîn de ye. Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin dorpêça polsan de hat lidarxistin parlamenterên HDP'ê Remziya Tosun, Ebru Gunay û Îmam Taşçier tevli bûn.Çalakiya rûniştinê ku di bin pankarta bi dirûşma "Îradeya gelan nayê xespkirin" de hat destpêkirin 2 saetan berdewam kir. Piştî çalakiya bi dirûman hat bidawîkirin daxuyanî hat dayîn. 
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Parlamenterên Amedê Îmam Taşçier axivî û got ku wê têkoşîna wan a li dijî qeyûman berdewam bike û gel heta dawî wê li ber xwe bide. 
 
Piştî daxuyaniya kurt nobeta Demokrasiyê bi dirûşma, "Em ê bi berxwe danê li ber xwe bidin" û "Mêrdîn ya me ye" bi dawî bû.