Li Mêrdînê çalakiya qeyûm di roja 29'an de ye 2019-09-16 14:36:14   MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalakiya qeyûm di roja 29'emîn de berdewam dike.    Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûm di roja 29'emîn de ye. Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin dorpêça polsan de hat lidarxistin parlamenterên HDP'ê Remziya Tosun, Ebru Gunay û Îmam Taşçier tevli bûn.Çalakiya rûniştinê ku di bin pankarta bi dirûşma "Îradeya gelan nayê xespkirin" de hat destpêkirin 2 saetan berdewam kir. Piştî çalakiya bi dirûman hat bidawîkirin daxuyanî hat dayîn.    'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Parlamenterên Amedê Îmam Taşçier axivî û got ku wê têkoşîna wan a li dijî qeyûman berdewam bike û gel heta dawî wê li ber xwe bide.    Piştî daxuyaniya kurt nobeta Demokrasiyê bi dirûşma, "Em ê bi berxwe danê li ber xwe bidin" û "Mêrdîn ya me ye" bi dawî bû.