Wesayeta Zirxî li zarokekî 6 salî qewimî

  • 09:14 12 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Hat ragihandin ku Tektekînê ku rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, rewşa wî ne baş e. 
 
Li ser Kolana Emekê ya Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Efe ku ji bin wesayîtê hat derxistin pêşî rakirin Nexweşxaneya Taybet a Sûltanê. Paşê wî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku rewşa Efe ne baş e.