Wesayeta Zirxî li zarokekî 6 salî qewimî 2019-09-12 09:14:05   AMED - Li Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Hat ragihandin ku Tektekînê ku rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, rewşa wî ne baş e.    Li ser Kolana Emekê ya Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Efe ku ji bin wesayîtê hat derxistin pêşî rakirin Nexweşxaneya Taybet a Sûltanê. Paşê wî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku rewşa Efe ne baş e.