'Em hilbijartinê naxwazin, em ji aloziya aborî re çareseriyê dixwazin'
- 09:11 30 Hezîran 2019
- Rojane
WAN - Li Tirkiyeyê aloziya aborî her ku diçe kûr dibe, Jinên ku li Wanê dijîn bertek nîşanî buhabûnê dan û gotin gel her roj xizan dibe, divê pirsgirêka aloziya aborî bê çareserkirin.
Li Tirkiyeyê aloziya aborî her ku diçe kûr dibe. Li dijî zindîkirina aborîyê bi tu awayî gavên girîng nayên avêtin û gel ji vê yekê bi bertek in. Heta niha li Wanê bi sedan kargeh ji ber aloziya aborî hatin girtin û gelek kargeh ji bi girtinê re rû bi rû ne. Têkîldarî aloziya aborî jinan nirxandin kir. Jinan diyar kirin ku di warê aborî de rewşa wan gihaştiye asta herî nebaş û gotin ku divê ji aloziya aborî re çareserî bên afirandin.
‘Em nikarîn kireyên kargehên xwe bidîn’
Nazli Karakuş li Wanê esnaftiyê dike, diyar kir ku ji ber aloziya aborî karên wan rawestiya ye û wiha axivî: "Li gorî salên berê rewşa me pir nebaş e. Di civakê de aloziyeke mezin heye û muşteriyên ku tên jî gilî dikin. Niha firotina cil û bergên kurdewarî sekiniye. Em bi her awayî ji aloziya aborî ya giştî bi bandor bûn. Gelek caran heta êvarê em rûdinin lê muşteriyek jî nayê. Kesên ku tên ji lê dinêrin û diçin. Li Wanê her heftê esnafek ji ber neçariyê dev jî esnaftiyê berdide. Em nikarîn kireyên kargehên xwe bidîn. Divê pirsgirêka aloziya aborî bê çareserkirin.”
‘Gel her roj xizan dibe'
Aliye Guven bi mûçeya teqawîtbûnê debara mala xwe dike û da zanîn ku ji ber ku her tişt buhabûye nikarîn ji malê re danûstandinê bikin. Aliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha li Tirkiyeyê aloziyeke pir kûr heye. Her ku diçe gel bi birçîbûnê re rû bi rû dimîne. Qîmeta pereyê tirkî nema ye û her tiştek pir zêde buhabû ye. Gel her roj xizan dibe. Ji vê rewşê re çima çareserî tune ye? Di aboriya gel de têkçûyinek heye. Em bang li rayedaran dikin û dibêjin pirsgirêka aboriyê çareser bikin."
‘Her tim piştî hilbijartinê buhabûn çêdibe'
Sevgî Beşîr, got ku gel di warê aboriyê de xetimiye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li Tirkiyeyê bi salane aloziya aborî heye û haya herkesî ji bi vê yekî heye. Bi taybetî gelê xizan bi aloziya aborî bêhtir bi bandor dibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka aborî tu hewlêdan tuneye. Kesên dewlemend ji aloziya aborî bi bandor nabin û ew rehet in. Lê yên ku herî zêde bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin em in. Niha li mala me kes naxebite, ji ber ku derfetên kar tune ye. Her sal hilbijartinek pêk tê û piştî hilbijartinê buhabûn çêdibe û aloziya aborî derdikeve holê. Em êdî hilbijartinan naxwazîn. Divê aloziya aborî bê çareserkirin."