Ji bo turnuvaya Cizîrê bangewazî: Em ê bi hev re li hemberî bişavtinê bisekinin
- 09:08 30 Hezîran 2019
ŞIRNEX - Li dijî bişavtin, dejenerebûn û fuhûşê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Cizîrê turnuvaya futbol û voleybolê li dar dixe. Turnuva dê di 5'ê tîrmehê de dest pê dike.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî bişavtin, dejenerebûn, hişber, tacîz, tecawiz û fuhûşê li hereman dest bi organîzasyonan kir. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya li navçeya Cizîra Şirnexê dê di 5’ê tirmehê de turnuvaya futbol û voleybolê li dar dixe. Di derbarê turnuvayan de endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Revşan Gure axivî û bal kişand ser girîngî û armanca turnuvayan.
Revşan, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên taybet a îktîdara AKP'ê û diyar kir ku bi taybetî li herêmê fuhûş, bişavtin, hişber, tacîz û tecawiz her ku diçê zêdetir dibe. Revşan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet li Kurdistanê polîtîkayên taybet dimeşîne. Bi polîtîkayên ku heyî dixwazin ciwanên me ber bi qirêjiyê ve bibin. Em dixwazin bi xebat û hewldanên xwe ciwanên xwe ji vê qirêjî rizgar bikin. Bi taybetî turnuvaya futbol û voleybolê ku em ê li dar bixin girîng e."
'Eleqeya li hemberî turnuvayê zêde ye'
Revşan, destnîşan kir ku serlêdana turnuvayê dê 5’ê tîrmehê de bi dawî dibe û wiha axivî: "Piştî serlêdanan dê di 5’ê tîrmehê de jî turnuva dest pê bike. Dê her komek ji 10 lîstikvanan pêk bê. Ji van 7 esîl û 3 jî cîgir in . Ciwanên ku dixwazin tevlî turnuvayê bibin dikarin bên li avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê. Her wiha turnuvaya futbol û voleybolê ji komên jin û mêran pêk bên. Kesên ku di temenê 15 û 30’an de ne dikarin tevlî turnuvayê bibin. Eleqeya ciwanan a li hemberî turnuvayê gelek e. Hejmara serlêdanê jî her ku diçe zêdetir dibe."
Revşan, di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Cizîrê kir û wiha got: "Em dikarin bi hev re li dijî fuhuş, tacîz, tecawiz û hîşberiyê bisekinin.”