'Bi vîna jina azad em ê Efrînê û Rêberê xwe azad bikin'
- 09:04 30 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, di derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: "Em li ser fikir û felsefeya Serok Apo xwe pêş dixînin.”
Di dîroka 15'ê Sibatê 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hat dîlgirtin, ev bû 21 sal li Îmraliyê berxwedana xwe berdewam dike û fikrên wî li tevahî cîhanê hatiye belavkirin. Bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd li ser gelê kurd hat meşandin. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
'Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdên Êzidî ye'
Ayşe Xilo wiha got: "Em ê her dem wekî ciwanên Êzidî di nava çalakiyan de bin. Serok Apo 21 sal in di zindanê de berxwedana xwe didomîne. Armanca me şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd e. Em dixwazin Serokê xwe ji girtîgehê azad bikin, ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya Kurdên Êzidî tevahî ye."
'Azadiya me bi azadiya Serok Apo re girêdayî ye'
Zeyneb Hisên jî wiha got: "Bi pêşengtiya Leyla Guven tecrîd hat şikandin û hevdîtin hatin çêkirin, lê xwesteka me azadiya Serok Apo ye, em ê her û her li ser piyan bin ji bo azadiya Serok Apo. Azadiya jinan bi azadiya Serok Apo re girêdayî ye, jin her wê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşe.”
'Bi vîna jina azad em ê Efrînê û Rêber Apo azad bikin'
Dayika bi navê Rehîme Tobal jî hestên xwe wiha anî ziman: "Nêzî 35 sal me bi fikrên Serok Apo xwe nas kir. Hevdîtin û axaftina Serok Apo bandor li me kir û me zarokên xwe bi fikrê Serok Apo mezin kir. Em jin li ser felsefeya Serok Apo xwe pêş dixînin, em ê bi îradeya jina azad Efrînê rizgar bikin û Serok Apo azad bikin.”