Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin
- 14:21 29 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 744’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Ahmet Demîray ê di 21’ê tîrmeha 1994’an di binçavan de winda kirin pirsîn û xwestin cihê gora wî bê eşkerekirin.
Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta kesên bi darê zorê hatin windakirin hîn bibin û kujer bêceza nemînin di hefteya 744’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan çalakî wek her hefteyên din asteng kir. Dayik neçar man ku li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe li dar bixin. Beriya çalakiyê polîsan kolanê dorpêç kir.
Xizmên girtiyan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefîlan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Ahmet Demîray ê di 21’ê tîrmeha 1994’an de di binçavan de winda kirin pirsîn.
Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û got 744 hefteye ji bo aqûbeta windayan zelal bibe û edalet pêk were tên gel hev. Yolerî anî ziman ku bêdengiya li hember windayan kevneşopiya desthilatdarên Tirkiyeyê ye û ev kevneşopî sûcdariya li dijî welatiyan didomîne û hêz û kêfa serdestan zêdetir dike.
Gulseren diyar kir ku Ahmet Demîray ê bavê 4 zarokan di 21’ê tîrmeha 1994’an de li Seyrantepeya Amedê tê binçavkirin û tevî hemû serlêdan û lêgerînan jî cenazeyê wî nayê dîtin. Yolerî got tevî ku hat zanîn Ahmet Demîray di binçavan de ye jî wî birin Licê û kuştin û windakirin. Yolerî da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ji bo doza Demîray, Tirkiyeyê mehkûm kir û heta niha di hiqûqa hundirîn de lêpirsînek nehat birêve birin. Gulseren anî ziman ku Demîray wek kesek bêxwedî tê definkirin û 25 sal in edalet pêk nehatiye û divê cihê gora wî eşkere bikin. Gulseren xwest bêedaletiya 25 salan û bêcezakirin xilas bibe û divê demildest kujer bên darizandin û cezakirin.
Piştî Gulseren, parêzerê malbata Demîray, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji ber ne li Stenbolê bû nikaribû beşdarî çalakiyê bibe name şand. Sezgîn di nameya xwe de destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan sererastkirinên qanûnî pêwîst in û ji bo vê yekê jî îradeya siyasî û civakî hewce dike. Tanrikulu da zanîn ku pêwîste di bin banê Meclîsê de komîsyonek bê avakirin û heta edalet pêk neyê dê aştî jî pêk neyê.
Piştî nameya Sezgîn, birayê Hasan Ocakan ê di 1995’an de hat windakirin Alî Ocak jî axivî û destnîşan kir ku ew ji têgehên kesên bêgor û bêkes re ne biyanî ne û Ahmet Demîray û Hasan Ocak di gorên bêkes de hatine veşartin. Ocak diyar kir ku bavê wî beriya 18 salan mîrasa lêgerîna heqîqetê ji wan re berdaye û heta kujer bên dîtin û mîrasa vê heqîqetê pêk were dê berdewam bikin.