TJA: Zîlanê sembola serîhildana me ye
- 13:47 29 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî bi bîr anî û got:"Zîlanê sembola serîhildan, sekin û rêxistinbûyina me ye."
Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî bi bîr anî. TJA'yê diyar kir ku Zîlanê mînaka berbiçav a têkoşîn û azadiya gelan e.
TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Li dijî êrîşên wekî îmha, mêtingerî û înkarê yên li ser gelê Kurd bûye temsîliyeta serîhildanê. Jina Kurd pêşengtiya vê serîhildanê kiriye. Jina Kurd li dijî zihniyeta baviksalarî bûye şervan û parêzvanê felsefeya azadiyê. Li dijî êrîşên topyekun, îmha û mêtingeriya li ser jinê, Zîlanê bi serîhildana xwe bûye manîfestoya 'Jin jiyan azadîyê'. Zîlanê li Rojhilata Navîn bû sembola şervana ku serî natewîne. Ardilên Zîlanê, Sema, Ayten, Arîn Mîrkan, Fatma, Pakîze, Asya parastina şervaniya sosyalîzma demokratîk kirine. Dîrok ne wekî ku aqlê desthilatdar nivîsandiye. Dîrok di şexsê Zeynep Kinaci de bi xêza azadiyê hatiye nivîsandin.
Em hemû jinên ku di rêya azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane di şexsê Zîlanê de bi bîr tînin. Zîlanê sembola serîhildan, sekin û rêxistinbûyina me ye."