Ji ber operayona leşkerî gelek qadên çandiniyê şewitîn
- 11:47 29 Hezîran 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Gundê Zedgayê ji ber operasyona leşkerî gelek qadên çandiniyê şewitîn.
Li gundê Zedgayê yê navçeya Silopî ya Şirnexê şev saet dora 03.00’an de ji ber operasyona leşkerî gelek qadên çandiniyê agir pê ketin. Ekîbên agirkujiyê xwestin biçin agir vemirînin lê ji ber operasyonê hatin astengkirin. Di saetên serê sibehê de ekîbên agirkujê serî li Qaymeqama Silopî yê da, destûr girtin û çûn agir vemirandin.
Ji ber operasyona hat jiyîn gelek qadên çandiniyê xisar dîtin.