1'emîn Mîhracana Xweza û Çandê ya Serhedê dest pê kir

  • 11:29 29 Hezîran 2019
  • Rojane
QERS - Li Qersê bi tevlîbûna ji her nasname û rengekî mîhracana 1’emîn ya Xweza û Çandê ya Serhedê dest pê kir. 
 
Şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  îsal 1'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Serhedê li dar xist. Gel ji bo tevlîbûna mîhrîcanê li ber avahiya şaredariyê kom bû û li ber avahiya şaredariyê govend hatin girtin. Ji her kincên herêmê yên Çerkez,Terekeme, Kafkas  û Azerî reng dan  meşê. Bi lêdana erbane, def û heban girse heta li ber avahiya Namik Kemal meşiyan. 
 
Girse li wir bi govend û tililiyan hate pêşwazîkirin. Li wir hevşaredarên Qersê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca axivî. Şevînê diyar kir ku cara yekem e mîhrîcaneke bi vî awayî li Qersê pêk tê û wiha axivî;” Em  bi vê mîhrîcanê armanc dikin ku xweşikbûnên Qersê nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Em bi kelecan in û bi dîtina gelê xwe jî bextewar in. Bang li herkesi dikim ku werin tevlî mîhrîcana me bibin.”
 
Piştî Şevînê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî axivî. Ayhan jî anî ziman ku ew bi lidarxistina mîhrîcanê kêfxweş in û got ku bi bernameyên bi vî awayî ew ê Qersê bi hêz bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê girse derbasî qada mîhrîcanê bû. Mîhrîcan dê bi konser û govendan heta seatên dereng bidome.