Girtiya nexweş Mevlude Baştaş ji ber dermanê muadîl ne baş bû
- 10:28 29 Hezîran 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Girtiya nexweş Mevlude Baştaş a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakranê tê girtin ji ber dermanê muadîl ê bijîşkê girtîgehê dayê ne baş bû.
Girtiya nexweş Mevlude Baştaş a 61 salî, tevî rapora wê ya ji sedî 86 ya astengiyê heye, li girtîgehê tê girtin. Piştî ku dermanê Mevlude yê gurçikan qediya şûnde bijîşkê girtîgehê bi hinceta derman nemaye, dermanê muadîl da Mevludeyê. Mevludeyê bi dermanê muadil ne baş bû. Piştî derman Mevlude ya ku berê neqla gurçikan bûbû, verşiya, ricifî.
Ji bo Dayika Aştiyê Mevludeyê di 2015'an de ji ber ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Bagokê bûbû 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn. Nexweşiyên Mevlude ya ku ev ji 2018'an de ye di girtîgehê de ye yên wekî tansiyon, şekir, dil hene.