Li Qilebanê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
- 09:27 29 Hezîran 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Ferîde Ender, Asya Uren û Îdrîs Urun ku hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li navçeya Qileban a Şirnexê do di saetên serê sibehê de di serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ferîde Ender, Asya Uren û Îdrîs Urun hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin piştî karên wan ên emniyetê qediya sewqê dadgehê hatin kirin.
3 kesên ku hatin binçavkirin hat zanîn ku dema endamên meclîsa Partiya Civak a Demokratîk (DBP) bûne di derbarê wan de bi îddîaya “pişeya xwe xirab bi kar anîne” lêpirsîn hatiye vekirin. Kesên ku li pêşberî dozger îfadeyên xwe dan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
3 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.