Kongreya Star Zeynep Kinaci bi bîr anî

  • 09:26 29 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordinasyona Kongreya Star bi daxuyaniyek nivîskî Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî.
 
Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30 Hêzirana 1996'an de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî. Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî Zeyneb Kinaci bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Zîlan lehenga aştî û azadiyê ye. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Lehenga jin Zîlan jiyana xwe ji bo jiyanek azad û demokratîk bexşand. Ew bû dengê çiya, deşt, rûbar û deryayan da ku berbanga sibeha zarokan di nava azadî û xweşikiyê de biteyîse. Hebûna xwe kire zanebûna jiyana azad û nefesek da vejînê. Ew heqîqeta jiyanê, lêgerîna azadiyê û felsefeya naskirinê ye. Zîlanê rih û mêjiyê xwe kir yek û çalakiya fedaî pêk anî. Bi vê yekê ew bû mînaka têkoşîna azadiyê.
 
Rastiya dijminê xwe nas kir, bindestî û koledariya gelê xwe ji bîr nekir û careke din serkeftina azadiyê ji civaka xwe re kire diyarî. Hebûna xwe di hebûna Rêberê xwe û gelê xwe de dît û ji bo felsefeya jiyana azad, bû xeta berxwedan û rûmeta hezkirinê. Rêhevala Zîlan eşq e û eşqa xwe kire heqîqet û  heta ku gihande jiyana azad. Divê mirov wisa bibîne û bixwîne. Zîlanê xwedawenda hemdem e. 
 
Em wek Kongreya Star rêhevala Zîlan bi bîr tînin û li ser esasê wesîleya salvegara wê, rêxistinkirina jinên têkoşer û azad  ji xwe re dikin armanca jiyana azad. Bi rêya sîyaseta demokratîk  înşakirina civaka azad weke berdewamiya bersivdayîna vê dîrokê digirin dest û soza afirandina bi hezaran Zîlanan didin nîşandan. Bi rêxistinkirina jinên azad, têkoşer û berxwedêr em bibin şopdarê fermandara xwedawend. Bi wesîleya salvegara şehadeta hevala Zîlan hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê em bi bîr tînin û soza xwe ya şêhîdên jiyana azadiyê nû dikin."