'Polîtîkayên îthalkirinê zirarê dide sewalkariyê'
- 09:09 29 Hezîran 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Jinên ku debara xwe bi sewalkariyê didomînin bertek nîşanî polîtîkayên îthalkirinê dan û wiha gotin: "Îthalkirina goşt û pez nedîtina keda gel e û divê dewlet dev ji polîtîkayên îthalê berde."
Ji ber polîtîkayên taybet ên dewletê niha şîr, mast, pênîr û goşt tê îthalkirin û vî tiştî zirareke mezin da welatiyên ku sewalkariyê dikin. Her wiha ya herî girîng jî li herêmê di salên dawiyê de ji ber operasyonên leşkerî çûyîna gundiyan a li zozanan hat qedexekirin bû. Van herdu tiştan bandor li ser sewalkariyê kir. Bi taybetî welatiyên li Serhedê dijîn bi sewalkariyê debara mala xwe dikin. Li gorî salên borî li herêmê îsal hejmara sewalkariyê kêm bû ye. Jinên, li gundê Êzdînan ê navçeya Şaxê ya Wanê bi sewalkariyê re mijûl dibin bal kişandin ser rewşa xwe.
‘Di warê aboriyê de me zirarek mezin dît'
Pîroze Cancî diyar kir ku ew bi salane bêrîvaniyê dike û got ku tu salan bi qasî îsal zirar neditine. Pîroze wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bi salane bêrîvaniyê dikim. Berê jî dayikên me ev kar dikirin. Niha heman kevneşopiyê em berdewam dikin. Di van salên dawiyê de me di warê aborî de zirareke mezin dît. Em li cihên ku herî pak û paqij pezê xwe diçerînin. Em pezên xwe didoşin û piştre mast û penîr digrin. Lê mixabin tevî vê keda me goşt û mast tê îthalkirin. Ev polîtîka li hemberî keda ku em didin heqerete. Em dixwazîn sewalkarî li pêş bikeve û bi polîtîkayên taybet divê xwedî li sewalkariyê derkevin.”
‘Îthalkirin nedîtina keda gel e'
Cahîde Gokalp di axaftina xwe de bal kişand li ser îthalkirina goşt û aloziya aborî û wiha dom kir: "Ji berê heta niha em li ser sewalkariyê debara xwe dikîn. Li gorî salên borî niha ji ber buhabûnê xwedîkirana sewalkariyê ber bi windabûnê ve diçe. Îthalkirina goşt û pez nedîtina keda gel e. Ger bê xwestin dikarin bi her awayî aboriya welat rast bikin. Ji xeynî mezinkirinê ev ked nayê dîtin. Tenê ji bo sewalkariyê bikevin nav hewldanan dê kêm bê jî aloziya aborî bê rastkirin. Havînan de em pezê xwe dibîn deşt û zozanan diçerînin, lê zivistanê em, kayê û giya dikirîn û ev tişt jî pir bûhaye."
‘Dewlet di polîtîkaya îthalê de bi israr e'
Behiye Gumuştaş ku bal kişand ser kevneşopiya bêrîvantiyê jî wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Bêrîvantî kevneşopiyeke kevnar e. Lê zehmetiya vê gelek e. Em pir zehmetiyê dikşînîn. Tevî zehmetiyên ku em dikişînin keda me vala diçe. Ji ber ku her tişt tê îthalkirin. Dewlet di polîtîkaya îthaletê de her tim bi israr e. Em dixwazîn ji her perçeyeke vê axê sûdê bigirîn. Ji ber ku ev ax bi berekete."
'Heqeretê li keda me dikin'
Taybet Gore da zanîn ku ji serê sibêhê de radibin, diçin ser kar û wiha got: "Berê pezê me pir hebû lê niha kêm e. Ji ber ku em êdî nikarin pez xwedî bikin, ji ber ku em pirsgirêkên aborî dijîn. Keda ku em didin mixabin nayê dîtin. Her wiha bi îthalkirina goşt heqeretê li keda me dikin. Bila dewlet dev ji vê polîtîkaya xwe berde.”
‘Keda ku tê dayîn divê bê dîtin'
Feleknaz Gumustaş ji wekî jinên din bal kişand ser polîtîkayên îthalkirinê û wiha axivî: "Bi polîtikayên îthalkirinê tê xwestin ku her tiştekî xwezayî bikujin. Divê dev ji îthalkirinê berdin û keda ku tê dayîn bê dîtin.”