'Ji dîrokê heta niha jin her fedakariyê dikin'

  • 09:03 29 Hezîran 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Jina bi navê Nehle Hemdo ya ji Navçeya Reco ya Efrînê û niha li Gundê Xirnêda yê Şehbayê bi cih bûye li 7 zarokan dinêre. Nehleya ku di nava şerdên dijwar de li 7 zarokan dinihêre wiha got:"Me xêr ji jiyana xwe nedît. Lê ez dixwazim 7 zarokên birayên min ji bo jiyanek baş siberoja wan ronî be. Heta ez dikarim ez ê jiyanek xweş diyarî wan bikim."
 
Nehme Hemdo ya 40 salî û ji Navçeya Reco ya Efrînê û niha li Gundê Xirnêda yê Şehbayê bi cih bûye li 7 zarokên birayê xwe dinêre. Ji aliyekî birayê Nehmeyê ji aliyekî din jî bûka wan jiyana xwe ji dest dane û niha Nehleyê di nava şerdên dijwar de têkoşînê dike û li 7 zarokên birayê xwe dinihêre. Nehlayê dibêje:"Min jiyana xwe bexşî xizmeta ji bo 7 zarokên birayê xwe kir. Ez ne poşman im. Ez hewl didim jiyana ku me nedîtiye diyarî wan bikim."
 
'Min gelek zehmetî di jiyanê de dît'
 
Nehleyê wiha got: "Ez xwedî li zarokên birayên xwe derdikevim. Birayekî min ji aliyê koma çeteyan li ser rêya Heleb û Efrînê hat qetilkirin û 4 zarok li pey wî ma. Hevjîna birayê min ya din bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û 3 zarok li pey xwe hişt. Em li Helebê bi cih bûbûn piştre em derbasî Efrînê bûn û min jiyana xwe bi zarokan re berdewamkir. Min gelek zehmetî di jiyana xwe de dît."
 
'Heta ez dikarim ez ê jiyanek xweş diyarî wan bikim'
 
Nehleyê diyar kir ku çete bûne sedema gelek zarokan ku bê bav bimînin û wiha bi dawî kir: "Ez zarokên birayê xwe weke zarokên xwe dibînim. Heta ez dikarim ez ê jiyanek xweş diyarî wan bikim. Ji aliyê jiyanî ve ez zehmetiya dikşînim, lê mirovên me hin alîkariya didin me. Bi alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî em jiyana xwe didomînin û em ê bi ser bikevin. Çiqas jiyan zehmet be jî em ê her dem li berxwe bidin.”