ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 29 Hezîran 2019
  • Rojev
*Jinên Helebê êrişên li ser Başurê Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin: "PDK alîkarî û piştigiriyê dide êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û dibe hevkarê polîtîkeya şer a li ser Kurdan." DÎMEN HEYE
 
* Jina bi navê Nehle Hemdo ya ji Navçeya Reco ya Efrînê û niha li Gundê Xirnêda yê Şehbayê bi cih bûye li 7 zarokan dinêre. Nehleya ku di nava şerdên dijwar de li 7 zarokan dinihêre wiha got:"Me xêr ji jiyana xwe nedît. Lê ez dixwazim 7 zarokên birayên min ji bo jiyanek baş siberoja wan ronî be. Heta ez dikarim ez ê jiyanek xweş diyarî wan bikim." DÎMEN HEYE
 
*Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Zîlan Can Fîda, derbarê berxwedêr Zeyneb Kinaci (Zîlan) de wiha got: "Erka me ya bingehîn ew e ku em di şexsê lehengên jin ên wekî Zîlanan de, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku debara xwe bi sewalkariyê didomînin bertek nîşanî polîtîkayên îthalkirinê dan û wiha gotin: "Îthalkirina goşt û pez nedîtina keda gel e û divê dewlet dev ji polîtîkayên îthalê berde." BI DÎMEN
 
*Li Şemrex a Mêrdînê Alî Suer yê li hemberî dotmama xwe îstîsmara zayendî pêk anî, tevî hemû raporan ji doza ku ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ dihat darizandin hat tahliyekirin. Gumanbar bi mexdûr re li heman kolanê jî dijî. 
 
*Endama PM ya HDP'ê Guley Gun Bîlîcî, bal kişand ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku peyam hatiye manîpulekirin û wek alava hilbijartinê hat bikaranîn û wiha got: "HDP wê her tim di sekna xwe ya riya sêyemîn de zelal bin û wisa berdewam bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredarên HDP’ê yên di hilbijartinên 31’ê adarê de bi hinceta ku KHK’yî ne mazbatayên wan nehatin dayîn, diyar kirin ku pêşiya demorkasiyê bi hilbijartinên Stenbolê hatiye vekirin û gotin rêya sêyem, rêya civaka demokratîk vekiriye û divê em xwedî li bloga demorkasiyê derkevin.
 
*Zeynep Kinaci ku got ‘Ez dixwazim bibim daxwaza azadiya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên jinê dikin kole, dixwazim bombeyê di bedena xwe de biteqînim û mezinbûna hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola berxwedana jina Kurd. Îdiaya min ya jiyanê gelek mezin e’, 23 sal in ji nav me koç kiriye.