Meclîsa Îştar ji bo êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da
- 08:28 29 Hezîran 2019
- Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Ji 28'ê Gulanê heta niha Dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî her cureyên êrîşan yekîtiya Gelê Kurd pêwist e.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Em wekî jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Sîvîlan di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin. Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze li ser axa Başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Di heman demê de bêdengiya hukumeta herêmî êrêkirina van êrîşan e. Divê hukumeta herêmî li dijî van êrîşan xwedî helwest be. Bêdengî dibe sedema komkujiyan. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî van êrîşan derbikeve. Li dijî her cureyên êrîşan yekîtiya Gelê Kurd pêwist e."