Kampa Havînê ya Zarokan dest pê dike
- 16:15 28 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên 9 û 17 salî 14'emîn Kampa Havînê ya Zarokan organîze dike. Kamp dê di 1'ê tirmehê de dest pê bike û heta 1'ê îlonê bidome.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, her sal ji bo zarokên desteng Kampa Havînê ya Zarokan dide dest pê kirin. Kamp dê li Gezîn a bi ser Madena Xarpetê bê lidarxistin.14'emîn kampa havînê ji bo zarokên 9 û14 salî tê organîzekirin. Divê zarok bi dê û bavê xwe re biçe li Sumerparkê serlêdana xwe bike.
Li gorî bernameyê, kamp dê di 1'ê tîrmehê dest pê dike û heta 1'ê îlonê bi kom bi komî dê dewam bike. Kamp dê 6 rojan bidome. Her wiha hemû zarokan ji kîsê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne. Di kampê de xwarin û aktîvîteyên fîzîkî û civakî bo zarokan hene. Di kampê de zarok dê fêrî avjeniyê bibin û di şeva dawîn a kampê de zarok li dora agirekî gur dê şahiyeke mezin li dar bixin.