Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- 14:50 28 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Gîrtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî dimîne Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç bi rêya parêzerên xwe ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên girtiyên din ku li Îmraliyê dimînên jî ji bo biçin Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîn pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan bi rêya parêzerên xwe serlêdan pêk anîn.
Malbatên girtiyên din ên ku ji bo "sekreteryayê" biribûn Îmraliyê, cara yekemîn di 5'ê Hezîranê de çibûn Îmraliyê û bi wan re hevdîtin pêk anîbûn.