Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû
- 14:40 28 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li navçeya Amûdê bi nîqaşan û êrêkirina civîna Koordinasiyonê bi dawî bû.
Îro li hola Encumena Zagonsaz a herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê, yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî Kongreya Damezrîner hat lidarxistin. Bi tevlîbûna Endamên Meclîsê ji tevahî netewên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê civîn hat lidarxistin.
Piştî nîqaşên li ser avakirina komîteyan û rewşa darayî ya Meclîsê, li ser zagonên jin û xalên rêziknameya meclîsê nîqaş hatin kirin.
Civîn bi êrêkirina meclîsê ya li ser komîteyên koordinasiyonê ava kiribûn bi dawî bû.