'Ji bo jin bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin ev civîn girîg bû'
- 14:37 28 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Jinên tevlî civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn gotin: "Armanca civînê ev bû ku em erk û xebatên xwe bizanibin û xwe pêş bixin. Ji bo avakirina komîteyan û rola jinê ya di avakirina destûra Suriyeyê de ev civîn girîng bû."
Derbarê yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li hola Encumane Zagonsaz ya navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê hat lidarxistin, jinên tevlî civînê bûn nerînên xwe parve kirin.
'Erk û xebatên jinan di Meclîsê de ji bo dema pêş hat diyarkirin'
Endama Koordinasiyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêrk Qasim wiha got: "Berî civîn were li darxistin, me civîna Koordinasiyonê li dar xist û gelek xal hatin nîqaşkirin û komîte hatin avakirin. Di civînê de bi endamên Meclîsê re li ser hemû xalan hat nîqaşkirin. Her wiha li ser erkê vê Meclîsê heta du mehan dê were nîqaş kirin. Ji ber her du mehan civîna Meclîsê tê li dar xistin."
'Armanca me avakirina Destûrek nû ya Sûriyeyê ya bi nerîna jinê bû'
Stêrkê diyar kir ku armanca Meclîsê ya sereke avakirina Komîteyek destûrî bû û wiha got: "Wê komîteya Destûrî were hilbijartin, yek ji armancên Meclîsê ku em beşdarî nîqaşên destûrî bibin û komîteyek hiqûqî û zagonî ji bo beşdarbûna nîqaşên giştî yên jin bibin û destûrek ji bo jinên Sûriyeyê ava bikin."
'Ji bo jin bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin ev civîn girîg bû'
Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Sûriyan li Sûriyeyê û Endama Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qirîo ev tişt got: "Armanca me nîqaş kirin û erkdarkirina kar û xebatê meclîsê û avakirina komîteyan e. Armanca me ew e ku jinên ji tevahî netewan li vê meclîsê kom bûne bikaribin hemû destkeftiyên jinan biparêzi. Ji bo rolek jinê di çareserkirina aloziya siyasî de hebe û rola wê di komîteyên destûrî di pêşeroja Sûriyeyê de hebe, xebat û civînên bi vî rengî girîng in. Ji bo jin bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin ev civîn girîg bû."