Li Licê operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin bi dawî kirin
- 14:13 28 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Li navçeya Lîcê ya Amedê, operasyona leşkerî ya berî bi 3 rojan dest pê kiribû, bi dawî bû.
Operasyona leşkerî ya berî bi sê rojan ku li herêm û taxên Dîbek, Yolçati, Ortaç, Çiavûndûr, Yalaza, Çagdaş, Tepe, Kûtlû, Daglar, Arikli, Kayacik û Serin ên navçeya Lîcê ya Amedê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Hat diyarkir ku yekîneyên taybet ên tevlî operasyonê bibûn, bi ser gelek malên taxan de girtin, lêgerîn kirin, di ketin û derketina herêmê de cihên lêgerînê danîn û wesayîtên rawestandin kontrol kirin.
Derbarê di operasyonê de, pevçûn derket an na de tu agahî nehatin bidestxistin.