Konferansa Saziya Karkeran li Mexmûrê dest pê kir

  • 12:09 28 Hezîran 2019
  • Rojane
MEXMÛR - 4’emîn Konferansa Saziya Meclîsa Karkeran Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dest pê kir.
 
Bi dirûşma "Kapîtalîzm ne aborî ye, neyarê aboriyê ye" 4’emîn Konferansa Saziya Meclîsa Karkeran Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dest pê kir. 250 delege beşdarî konferansa ku ji du salan carekê tê lidarxistin, bûn. Konfrerans bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. 
 
Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Meclîsa gel Dogan  Îsyan ve hat kirin. Dogan got:"Em di serî de 4’emîn konfaransa Saziya Karkeran li hemu delegeyan pîroz dikin, xêrhatina hemû delegeyan dikin û ji hemûyan re serkeftinê dixwazin. Em di pêvajoyak gelek girîng de derbas dibin. Bi taybet di hilbijartina Stenbolê de me ev yek diyar kir ku bi  alîkariya kurdan faşizima AKP-MHP’ê hat hilweşandin. Divê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê em wekî gelê Kurd berxwedana xwe mezin bikin."
 
Piştî axaftina Dogan rapora xebata du salan hat xwendin. Piştî xwendina rapora du salan rewşa siyasî û rêxistinî tê nîqaşkirin. 4’emîn konfaransa Saziya Meclîsa Karkeran berdewam dike.