Endamên Komeleya Newroz li Lubnanê civîn li dar xistin
- 10:44 28 Hezîran 2019
- Rojane
BEYRÛT - Jinên Endamên Komeleya Newroz a Lubnanê, li herêma Sûrê yaLubnanê li bi rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li wê derê re civiyan.
Jinên Endamên Komeleya Newroz a Lubnanê ji bo danasîna jin û parastina wê û Kongreya ku wê di demeke nêz de were lidarxistin, li herêma Sûrê yaLubnanê li bi rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li wê derê re civiyan. Civîn li cihê Kombûna Çandî ya herêma Sûrê bi beşdarbûna bi dehan jinên rêxistin û partiyên siyasî pêk hat. Bi nirxandina mijar jinê û parastina wê civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Komeleya Newroz Henan Osman û Berdevka Rêxistina Jinên Sûr Nebîla Xisêm ve hat birêvebirin.
Derbarê mijarên civînê de jinan gotin:"Mijara parastina jinê pir girîng e. Di van demên hesas de ku Rojhilata Navîn di nava aloziyeke mezin de ye, parastina jinekê erkê hemû jina ye."
Her wiha Henanê di nava van nîqaşan de bal kişand ser tecrûbeya tekoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê ya di parastina jin û welat de û da zanîn ku divê jinên Lubnanî jî vê berxwedanê nas bikin û got:" Jixwe jinên Lubnanê jî giringiya vê yekê nirxandin û anîn ziman ku ew bi xwe jî biçin Rojavayê Kurdistanê û van jinên şoreşê bibînin û ji tecrûbayên wan sûdê bigirin."
Di nava nîqaşan de hat gotin ku divê jin fikrê xwe mezin bikin û ji şoreşa jinên cîhanê feyzê bigirin.
Civîn bi pirs û bersivan hat bidawîkirin.