'Em ê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin'
- 09:24 28 Hezîran 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Jinan diyar kirin ku li dijî şîdet û kuştinên jinan ne tenê li Tirkiyeyê divê li hemû cîhanê bi hev re tevbigerin û wiha gotin: “Em ligel hev bisekinin em ê bi dewlet û mêran şûnde gavê bidin avêtin. Em dikarin wisa vê pergalê biguherin. Em naxwazin kuştina jinek din bibîhizin.”
Di meha gulanê de li Tirkiyeyê 27 jin û 18 zarok hatin qetilkirin. 28 jin rastî şîdetê hatin 27 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Li Amedê jî di nav 3 hefteyan de 3 jin hatin qetilkirin û li ser vê jin li dijî qetilkirinan ketin tevgerê. Berdevka Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîme Bayram destnîşan kir ku kuştinên jinan polîtîkin û balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê.
Halîme destnîşan kir ku nîvê civakê jin in û wiha pê de çû: “Jin divê li dijî her cureyê şîdetê serî hildin û têkoşînek rêxistinkirî bimeşînin. Jin wek dixwazin divê bijîn. Li vî welatî di 30 rojî de 27 jin hatin qetikirin. Ev jî wateya ku mêr bi piştgiriya dewletê jinan dikujin. Cezayên bi bandor nadin. Zarokek kevirekî davêj e 20 sal ceza didinê. Lê mêrek jinekê dikuje ji rewşa baş tê berdan. Daraz di vê mijarê de tucar ne edelet bû. Ji jinan re edelet tune ne.”
‘Em dest jê bernadin’
Halîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ne tenê li Tirkiyeyê divê li hemû cîhanê jin bi hev re tevbigerin û ev tişt daxuyand: “Em ligel bisekinin em ê bi mêran şûnde gavê bidin avêtin. Em dikarin wisa vê pergalê biguherin. Divê jin ewil parastina xwe ya cewherî bikaribin pêk bînin. Divê bikaribin xwe biparêzin. Divê hewcedarî bi parastina kesek din nebînin. Qanûneke ku pêşî li îstîsmara zarokan digire nayê derxistin. Em vê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
'Refleksa jinan li hemberî kuştina jinan qels e'
Fîlîz Guler jî destnîşan kir ku keda jinê tê bipêkirin, mafê jinan tune tê hesibandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî qetilkirina jinan êdî tehemula me nemaye. Yekane hêza vê bide sekinandin jin in. Jin li her qadê divê dengê xwe bidin bihistin. Jin li her qadê rastî şîdetê tên. Li malê, li kargeriyê, li kolanê, heta li banka, nexweşxaneyan rastî şîdeta mêr tên. Refleksa jinan a li hemberî kuştinên jinan jî pir qels e. Demildest divê em refleksan xurt bikin. Em êdî naxwazin kuştina yek jinekê bibîhizin.”