'Perwerdeya bi zimanê dayikê zindîkirina çanda gelan e'

  • 09:05 28 Hezîran 2019
  • Rojane
Civîn Husên-Rojda Seyîdxan
 
QAMIŞLO - Derbarê perwerdeya mamosteyan a havînî ya Qamişloyê, mamosteyan gotin: "Perwede ji bo pêşeroja zarojan pir girîng e. Bi zimanê dayîkê xwendin parstina nirx û çanda gelan e."
 
Her sal piştî dibistan bi dawî dibe, bi armanca pêşxistina mamosteyan pewerdeya havînî dest pê dike. Di 22'ê Hezêranê de perwerde dest pê kir û tevahî mamoste tevlî bûn. Perwerde her roj ji saet 08.00'an heta 12.00'an didome. Li her bajarekî dibistanên Kurdî, Erebî, Suryanî hene û li gorî wê mamoste tevlî perwerdeyê dibin ku her netewek bi zimanê xwe bixwîne. Li bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê jî du hezar mamoste hene û niha tevlî perwedeyê dibin. Mamosteyên tevlî perwedeyê dibin nerînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Armanca me pêşxisina rêbazên xwendinê ye'
 
Ji Rêveberiya Dibistanên bajarê Qamişloyê Dîlber Omer diyar kir ku perwerdeya havînî vê salê cuda bû û got: "Vê salê perwerde li ser  du pêvajoyan hat destpêkirin. Pêvajoya yekê 22'ê Hezîranê ji bo mamosteyên seretayî dest pê kir. Pêvajoya duyemîn jî wê di 20'ê tîrmehê de ji bo mamosteyên amedehî û navîn dest pê bike. Perwerde li çar dibistanan tê dayîn, du dibistan Kurdî, yek Erebî, yek Sûryanî ye. Biranşê me hatiye sererastkirin. Armanca me  pêşxistina rêbazên dayîna waneyan e. Tevahî mamoste li ser esasê Netewa Demokratîk bi zimanê xwe û rengê xwe perwedeya xwe didin."
 
'Bi perwerdeyê agahiyên me zindî dibin'  
 
Her wiha Mamoste Esmehan Mihemed Salih Elo jî girîngiya perwerdeyê wiha anî ziman: "Her havîn em tevlî perwedeyê dibin. Çiqas em serkeftî bin jî perwerde wê her ji me re pêwîst be. Ji ber perwerde sûdê dide me û xwendekaran. Perwerdeya me ew ê vê havînê 22 roj bin. Hinek guhertinên erênî hene, bi vê perwerdeyê agahiyên me zindî dibin. Hêviya me ji tevahî malbatan xwedî li zimanê xwe derkevin."
 
'Perwede bi pêşeroja zarokan ve girêdayî ye' 
 
Endama Rêveberiya dibistanên bajarê Qamişlo Gulşa Mûrad jî ev yek got: "Çar dibistanên me hene ji bo perwerdeya havînî. Li her dibistanê 14 ref hene û li her refekê 25 mamoste hene. Di perwerdeyê de pirkarî, zanyarî, ziman, pedegojî tên dayîn. Pirkarî, zanyarî û ziman 15 saet in. Pedegojî jî 40 saet e. Pedegojî bi zarokan û pêşeroja wan ve girêdayî ye loma me di perwerdeyê de seatên wê pir zêde kirin."
 
'Xwendina bi zimanê dayikê hevgertin û çanda gelan xurtir dike'
 
Mamosteya Ereb Emel Mihemed El-Cafo bal kişand ser rengê çandan li yên herêmê û got : "Perwerdeya havînî ji bo me û pêşeroja xwendekaran gelek girîng e. Alîkariya rêveberî û hêvalên me pir bi me re heye. Di pergala Netewa Demokratîk de hemû ziman û çand cih digirin. Bi vê yekê nirx û zimanê gelan tên parastin. Ev yek jî hevgirtina gelan û çanda wan, li herêmê xurtir dike."