Jina 135 salî û bûye şahida bûyerên dîrokî: Jin her dem hedef hatin girtin
- 09:02 28 Hezîran 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jina bi navê Wedha Mehmûd a 135 salî ya ji Gundê El-Ebd ê girêdayî Bajarokê Qibûr Xerajina a Navçeya Til Temirê li hember zehmetiyên jiyanê û serdema dagirkeriya Fransayê li ber xwe daye û ji nifşên nû re bûye nimûneya jina çeleng got:"Rast e temenê min mezin e, lê hîn jî bi rihê ciwantî ez tev digerim û di hêviyên jiyanê de ez bi israr im. Ez bûm şahidê dagirkeriyê û ji dîrokê heta niha her dem jin hedef hatin girtin."
Di cîhanê de mirov kêm caran jinên ku gihaştine temenekî mezin dibîne. Lê dema mirov wan dibihîze jî bi awayekî lez û bez dixwaze xwe bigihîne gel wan û serpêhatiya jiyana wan nas bike û ji nifşên demê re van kesayetan bide naskirin. Jina bi navê Wedha Mehmûd a 135 salî ya ji Gundê El-Ebd ê girêdayî Bajarokê Qibûr Xerajina a Navçeya Til Temirê yek ji kesayetên xwedî kedek mezin e. Wedhaya ku di heman demê de ji gihayan dermanên xwezayî çê dike wiha got:"Min dibistan nexwendiye. Mixabin, wê demê zihniyeta baviksalarî xwendina keçan di dibistanan de qedexe kiribû. Ez neçar mam ku di hundirê mala xwe de xwe fêrî her tiştên dewamiya jiyanê bikim. Ji gîhayên xwezayî min derman diafirand û bi hezaran zarok û jin derman dikir. Li zozanan fêrî bêrîvaniyê bûm û di riyên dirêj de dimeşiyam da ku tenduristiya min baş be.Min barên giran li ser pişta xwe dikir lê tevî wê jî bedena min rehet bû. Ji bo wê jî tim fedekarî erka min bû."
'Di mala min de rihê komînal pêş diket'
Wedhayê wiha got "Ez fêrî amûrakevnar Meşkê bûm. Min rojane ji mal, cîran û gundê xwe re dew dikeyand. Bi vî awayî rihê komînal di mala min de pêş diket. Dema çandiniyê jî me simbil bi simbil genimê xwe diçinî, wekî niha patoz, tereqtor tune bûn. Me bi ked û xwêdana eniya xwe jiyana xwe didomand. Keda me dida hilberîna wê bitam bû."
'Min di mijara zayinê de alîkarî bi jinan dikir'
Di dewamiya axaftina xwe de Wedha wiha dibêje: "Tiştên ku min ji civaka xwe re kiriye bes nabînim. Ez di zayîna jinan de bûme pispor. Wê demê digotin nabe ku jin biçe gel bijîkên mêr ji xwe bijîkên jin jî kêm bûn. Ji gelek bajarên herêma Cizîrê jin dihatin gel min û tedawiya xwe dikirin. Min hemû derfetên xwe ji bo jinan bi kar dianî. Ji ber ku ez jî jin im û êşa wan êşa min e."
'Di temenekî biçûk de bi mêrekî 50 salî re hatim zewicandin'
Wedhayê destnîşan kir ku ew di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û wiha got: "Di 13 saliya min de bavê min ez bi mêrekî 50 salî re zewicand. Hîn bedena min tam tênegihaştibû. Piştî ez zewicîm 7 salan ji mêrê ku bi zorê malbata min, min bi wî re zewicandibû, reviyam. Lê dîsa bavê min ez vegerandim mala wî. Qelenê min jî 55 karik û 10 lîreyên zêr bûn. Di wê demê de jin zayenda kirîn û firotinê bû. Ev deqên li ser rûyê min jî berê wekî çanda çelengiyê bû."
'Serdema Fransiyan wekî dojehê bû'
Wedhayê qala dîroka dagirkeriya Fransayê kir û got:"Rojane êrîşên Fransayê li ser me dihat kirin. Em jî di nava zeviyan de direviyan. Dibe ku niha gelek tişt nayên bîra min, lê yên tên bîra min jî qet ji bîr nabe. Fransiyan wê demê mîna tirkan li me dikirin her jin dikirin hedefa xwe. Gelek mirov bê sûc dihatin darizandin, bê sedem ciwan, jin û mêr digirtin û ew didan darizandin. Ev çavên min gelek dîmenên bi êş dîtine, lê nikare vebêje, bila zimanê çav heba wê demê wê hemû rastî raxista ber çavan. Dibe ev mijar ji bo we xeyal be lê em di serdemeke reş de bûn, serdemek wek dojehê bû."
'Hezkirin û elaqeya di navbera civakan de pir şênber bû'
Wedhayê di dawiya gotina xwe de behsa hezkirina di navbera civakê de dike û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Berê gel ji hemû netewan bi hev re bûn. Li şên û şahiyan li kêleka hev bûn, di vê demê de jî dibe ku elaqeya civakî lawaz be, lê bi hêviya ku demên siberojê hîn zêdetir li ser hezkirina berê bifikirin û pêk bînin."