ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 28 Hezîran 2019
  • Rojev
*Jina bi navê Wedha Mehmûd a 135 salî ya ji Gundê El-Ebd ê girêdayî Bajarokê Qibûr Xerajina a Navçeya Til Temirê li hember zehmetiyên jiyanê û serdema dagirkeriya Fransayê li ber xwe daye û  ji nifşên nû re bûye nimûneya jina çeleng got:"Rast e temenê min mezin e,  lê hîn jî bi rihê ciwantî ez tev digerim û di hêviyên jiyanê de ez bi israr im. Ez bûm şahidê dagirkeriyê û ji dîrokê heta niha her dem jin hedef hatin girtin." DÎMEN HEYE
 
*Derbarê perwerdeya mamosteyan a havînî ya Qamişloyê, mamosteyan gotin: "Perwede ji bo pêşeroja zarojan pir girîng e. Bi zimanê dayîkê xwendin parstina nirx û çanda gelan e." DÎMEN HEYE
 
*Xebatkara Pirtûkxaneya Lîlavê Berfîn Turan, diyar kir ku jin herî zêde bala xwe didin ser pirtûkên ku rastiya jinê vedibêjin û dixwazin rastiya xwe keşif bikin. BI DÎMEN
 
*Li navçeya Şaxê xebatên  projeya HES’ê dest pê kirin. Lê welatiyên herêmê bertek nîşanî HES'ê li herêmê tên çêkirin didin. Welatiyên ku bertek nîşanî çêkirina HES'ê dan gotin ku ew ê HDS xwezaya navçeyê bikuje. BI DÎMEN
 
*Zaroka li Mêrdînê rastî îstîsmara zayendî ya nav malbatê hat. Ne parêzeran, ne derûnassên pispor li salona dadgehê mudaxaleyî pirsên serokê dadgehê yên îstîsmar rewa dikir, nekirin.
 
* Hîndekara wêneyan Kîbar Suvarî ji bo qursên havînê yên li Mala Çand û Hunerê ya Laleş hatiye destpêkirin bang kir û got: “Ji bo zarokên we tevlî xebatên hîndekariyê bibin û ji qada teknolojîk dûr bikevin qeyda zarokên xwe ji bo qursan çê bikin.” BI DÎMEN
 
* Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, Belgeya Stratejiya Reforma Darazê wek ‘îtîrafname’ nirxand û got di metnê de tu tiştekî şênber, tu îbareyeke ku dilê hiqûqnasan rehet dike tune ye. Reyhanê got;" Hûn bi dehezaran siyasetmedarên Kurd yên li girtîgehan dixin ku derê vê gûherîna qanûnî?” BI DÎMEN
 
*Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya beriya hilbijartinê hatiye aşkerakirin, balê dikşîne ser ‘riya sêyemîn’ ya li şûna Tirkiyeya  ji demokrasiyê dûr û wiha got: “Divê CHP jî li dijî polîtîkayên şer bibe xwedî helwest. Divê pirsgirêkên qedîm yên Tirkiyeyê çareser bike.” BI DÎMEN
 
*Dr. Huriye Kara ya xebatên ekosîstemê dimeşîne balkişand ser gelek sedemên weşîna fêkiyên biçûk û diyar kir ku ji bo pêşîgirtinê jî divê rêbazên rast bên tercîhkirin.BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku li dijî şîdet û kuştinên jinan ne tenê li Tirkiyeyê divê li hemû cîhanê bi hev re tevbigerin û wiha gotin: “Em ligel hev bisekinin em ê bi dewlet û mêran şûnde gavê bidin avêtin. Em dikarin wisa vê pergalê biguherin. Em naxwazin kuştina jinek din bibîhizin.”
BI DÎMEN