Li Konyayê jinek hat qetilkirin
- 08:42 28 Hezîran 2019
- Rojane
KONYA - Li Konyayê mêrê bi navê Muzaffer C. cîrana xwe Şeyma Sari qetil kir. Her wiha Muzaffer Dayik û xwişka Şeyma, Hacer Sari û Tugba Sari birîndar kir.
Li Navçeya Selçuklu ya Konyayê Muzaffer C. (53) cîrana xwe Şeyma Sari (25) qetil kir. Her wiha Muzaffer Dayik û xwişka Şeyma, Hacer Sari û Tugba Sari birîndar kir. Cîranên ku dengê derban bihîstin gazî polîs kirin. Şeymayê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Hacer Sari û Tugba Sari yên ku bi giranî birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat hînbûn ku talûkeya jiyanî ya herdu jinan didome.
Muzaffer C. jî piştî bûyerê hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.